Ocelan derbarê çareserkirina aloziya suriyê de nerîna xwe dide
Di 18 hizêrana 201 9 de parêzerên rêber ocelan hevdîtinek li girtîgeha imraliyê pêk anîn di hevdîtinê de rêber ocelan nameyek ji bo aloziya suriyê vegot
Buroya hiqûqî ya sedsalê di derbarî hevdîtinê de daxwiyanîyek roja înê ango doh da raya giştî
Rêber ocelan di nameya xwe de mijarên li ser geravên birçîbûnê têkiliyên kurd –tirk çand kesayet û dîroka kurdan gengazî û rewşa li suriyê û bakurê suryê derfet û rêbazê siyaseta demoqratîk û her wek din nerxandina xwe kir
Girêdayî vê mijarê nîviskar û rojnemevan Dost Mîrxan nameya rêber ocelan ya ji bo aloziya suriyê ji radiyo orkêş f.m re axivî
Dost di dest pêka axaftina xwe de diyar kir ku ev nameyek pir giringe di vê dema niha de ji xwe fikrê rêber ocelan riya azadî û demoqratîyê ye mînaka vê yekê jî rêveberiya xwesere ya demoqratîk ya bakur û rojhilatê suriyê ye