Uncategorized

Meclisên leşkerî yên Cizîrê: Tirkiye hewldana dirêjkirina temenê DAIŞ`ê dike

Têkildarî êrîşên Tirkiyê yên muhtemel  ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisên leşkerî yên herêma Cizîrê daxuyaniyeke hevbeş da.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Sozê Qamişlo ve bi zimanê kurdî hate xwendin û ji aliyê yek ji fermandarên meclisên leşkerî Ehmed Mûsa ve bi zimanê erebî hate xwendin. Daxuyanî bi beşdariya hemû fermandarên meclisên leşkerî yên herêma Cizîrê li navenda Meclisa Leşkerî ya Suryanan a li bajarê Hesekê hate xwendin.

Daxuyaniya Meclisên Leşkerî yên Herêma Cizîrê wiha ye:

“Hemû gelên Sûriyê ji sala 2011`an ve dît ku komên çeteyan bi navên cuda ji sala 2011`an ve li ser hemû gelên Sûriyê şerekî dijwar pêk anî û cudabûn nexistin navbera pêkhateyên herêmê, olan, zimanan û neteweyan.

Her wiha di navbera 2011 û 2014`an de bi dehan bajar, gund û bajarok dagir kirin, lewma bi sed hezaran kes koçber bûn û li ser vî esasî ciwanên Sûriyê biryara parastina welêt û nirxên mirovahiyê da ku di dîrokê de tiştekî wisa nehatiye kirin, bêyî ku pişta xwe bidin hêzên derve. Biryara parastina mirovahiyê  dan. Ev biryara dîrokî li ser esasê bawerî, cesaret, îrade, hêvî û îradeya gelan hate dayîn.

Em wek hêzên parastina gelên Sûriyê û gelê li herêmê dijîn, me bersiva êrîşan da û me parastina projeya xwe ya rewa kir û me parastina xwe kir. Her wiha gelê me jî bêyî dudilî li ber xwe da û zarokan xwe di vê oxirê de diyarî şoreşa azadiyê kirin.

Her wiha me bi hezaran şehîd û birîndar fedayî vê parastina rewa kirin û ev yek jî rûmet e û serkeftineke ji bo hemû gelên Sûriyê ye. Di heman demê de wekî hêviyek û serkeftinek ji bo hemû mirovahiyê bû.

Ji dema ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê biryara parastina xwe da, dewleta Tirk hewl da bi hemû cureyên êrîşan şoreşa gelan bihilîne. Dewleta Tirk bi dehan caran îsbat kir ku alîkariya çeteyên DAIŞ`ê dike, desteka Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ`ê ji çek, lojîstîk û kadroyan bi rêya foto û belgeyan derketin holê.

Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê, dewleta Tirk bi nav û sedemên cuda êrîşî destkeftiyên me kir. Êrîşa li ser Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û dagirkirina Efrînê û gelek herêmên Sûriyê, dide diyarkirin ku dewleta Tirk di kûrkirina aloziya Sûriyê û dirêjkirina şer de bi israr e. Dewleta Tirk armanc dike ku xaka me dagir bike û destkeftiyên gelê me têk bibe. Dijminatiya dewleta Tirk ji gelê Kurd re, ew dijminatiya hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Dewleta Tirk hewl dide bi rêya van êrîşan, rêyên nû ji çeteyên DAIŞ`ê re veke û temenê van koman dirêj bike. Em bi tu awayî êrîşên dewleta Tirk û kesên pê re alîkar, qebûl nakin. Cîhan hemû armanca dewleta Tirk ji vê êrîşê dizane. Ji ber vê yekê em bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên demokratîk, YE`yê û NY`yê dikin ku helwestên cidî ji êrîşên dewleta Tirk re bigirin û bê deng nemînin.

Li ser vê bingehê em careke din ji cîhanê re dibêjin ku em dewleta Tirk hedef nagirin, lê eger dewleta Tirk êrîşî me bike, em ê mafê xwe di parastina rewa de pêk bînin. Her wiha em amade ne hemû cureyên êrîşan têk bibin.

Her wiha ji cîhanê re dibêjin ku gelê me gelekî leheng e û qurbanî dan. Em ê niha jî bi rihê fedayî li ber xwe bidin û êrîşa Tirkiyê têk bibin. Em bang li hemû neteweyan û nasnameyan dikin ku li pêşiya êrîşên Tirkiyê bisekinin û dengê xwe bilind bikin.

Rol û berpirsyariya mezin li ser milê ciwanan dikeve ku êrîşên dewleta Tirk têk bibin û dibêjin ku ciwanên me amade ne û dê biçin eniyên berxwedanê.

Di dawiyê de em careke din dubare dikin ku em hêzên parêzvan amade ne welat, nirx û destfetyên gelê xwe biparêzin.”

Show More

Related Articles

Back to top button