Uncategorized

Li Xaneqînê 2 mayîn teqiyan, mirî û birîndar hene

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, li gundê Îslah ê bajaroka Gulale ya ser bi Xaneqînê di du demên cuda de 2 mayîn teqiyan. Di herdu teqînan de kesekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes ji birîndar bû.

Li gorî agahiyên Rêveberê Asayîşê bajaroka Kokis Simko Cebar dane dema ku ew kesane çûne karê çandiniyê mayîn bi wan ve teqiyaye û welatiyê bi navê Merwan Xelef jiyana xwe ji dest da û 3 kes ji birîndar bûn.

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an rewşa ewlehiya herêma Xaneqînê ya ser bi Diyale gelek xirab bû û heta niha gelek bûyerên ji aliyê paşvayên DAIŞ’ê ve hatine kirin

Show More

Related Articles

Back to top button