Uncategorized

Duyemîn Kongreya Ciwanên Kurd li Rojava tê lidarxistin

Duyemîn Kongreyê Ciwanên Kurd li Rojava bi dirûşmeya “Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, rizgarkirina Kurdistanê divê ciwanên Kurd serî hildin” destpê kir.

Îro li bajarê Qamişlo duyemîn Kongreyê Ciwanên Kurd li Rojava bi beşdarbûna 270 delgeyên ciwanan, 17 nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, 4 rêxistinên ciwanên Kurd, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star, nûnerên saziyên civaka sivîl, KNK, TEV-DEM, nûnerên YPJ/YPG`ê û Meclisa Jinên Sûriyê, dest pê kir.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdullkerîm Umer bi navê KNK`ê axivî û got: “Ev kongre di pêvajoyeke hesas de, pêvajoya pêkanîna destkefiyan, pêvajoya yekîtiya Kurdî de bi saya têkoşîna şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê tê lidarxistin. Bi saya wan doza gelê Kurd ber bi astên herî bilindtirîn ve çû.”

Umer tekezî li ser qurbaniyên ku gelê Kurd bi rêya ciwanên xwe û bi taybet ji bo rizgarkirian hemû herêmên Sûriyê ji terorê û heta avakirian civaka Sûrî, pirreng û nenavendî, kir. Her wiha destnîşan kir ku divê her kes ji bo parastina herêmê ked bide, li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatgê Sûriyê û tevahî Kurdistanê bi taybet ji bo rizgarkirina Efrînê bisekinin.

Abdullkerîm Umer diyar kir ku KNK`ê ji bo yekîtiya kurdî li her çar parçeyan xebatên xwe didomîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêzên leşkerî yên kurdî li Kobanê ji bo yekîtiya Kurdî, kar kirin û bûn yek. Ji bo parasetina herêmênê kurdan canê xwe feda kirin. Em ê hevkariya di navbera partiyên kurdî li hemû parçeyan ji bo sekinandina binpêkirinên ku rastî gelê Kurd tê, zêde bikin.”

Paşê Hevseroka Komîteya Aborî ya Kantona Qamişlo Remziya Mihemed bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî. Remziya îşaret bi rola ciwanan di şoreşê de û rola wan a ber bi çav di destkefiyên leşkerî û siyasî de, kir. Remziya  di axaftina xwe de bang li hemû aliyan kir ku yekîya xwe ava bikin.

Kongre bi axaftinan dewam dike.

Piştî axaftinan, rêziknameya Ciwanên Kurd li Rojava were nîqaşkirin. Li gorî komîteya amadekar wê hin bendên rêziknameya hundirîn werin guhartin.

 

Show More

Related Articles

Back to top button