Uncategorized

Xelo: Ocalan, ji bo aloziya Sûriyê xwedî çareseriyek bingehîn e

Şêwirmendê Meclisa Giştî yê Rêveberiya Xweser Hekem Xelo got: “Tirkiye nahêle Rêveberiya Xweser beşdarî prosesa siyasî ya çareseriya aloziya Sûriyê bibe. Ev helwesta Tirkiyê tenê ji ber tirsa ku geşedanên herêmê bandor li hundirê wê bike, ye.”

Şêwirmendê Meclisa Giştî yê Rêveberiya Xweser Hekem Xelo di hevpeyvîna li gel ajansa me de behsa serhişkiya Tirkiyê û rêgirtina li pêşiya tevlibûna Rêveberiya Xweser di prosesa siyasî de û sedemên wê kir.

Di destpêka hevpeyvînê de Xelo got: “Projeya Erdogan û dewleta Osmanî sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destwerdana Sûriyê, derbas kirin. Erdogan niha bi rêya Ixwan Muslmîn destwerdana tevahiya cîhana erebî  dike. Da ku cîhana Îslamî bi rêya nêrîna partiyên Ixwan Muslimînan kontrol bike. Ev jî li Misir, Tunis, Lîbya û heta dewletên kendavê diyar bû. Ji ber ku bargehên wê yên leşkerî li Qeterê ne.”

Xelo destnîşan kir ku têgeha vê destwerdanê ew e ku Tirkiye hegemoniya xwe ferz bike û desthilatdariya Osmaniyan vegerîne. Xelo got: “Gelek dewlet ketin ferqa projeya Tirkiyê û têgihiştin ku ew dewletek mitînger, ne ku xilasker e. Ji ber wê projeya Tirkiyê li wan  dewletan bi binket. Mînak projeya Tirkiyê, destwerdana wê di Sûriyê de bi hinceta xilaskirina gel û piştre çawa dest bi dagirkirina xaka Sûriyê kir, her kesî dît.”

Di nav gotinên xwe de Xelo got: “Li cem Tirkiyê fobiya hebûna gelê Kurd û daxwazên wî yên neteweyî heye. Tirkiye ditirse ku pêşketinên li herêmê rû didin bi awayekî yekser bandor li rewşa hundirîn a Tirkiyê bike. Ji ber hejmara Kurdan li Tirkiyê ku zêdetirî 25 milyon e. Tê zanîn ku daxwazên Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Tirkiyê daxwaza demokrasiyê û îtîrafkirina bi hebûna Kurd di destûrê de derbas nake.”

Xelo wiha domand: “Tirkiyê ji ber tirsa xwe ji projeya Neteweya Demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her pêşketinek a çareseriyê li herêmê asteng dike. Her wiha nahêle ku Rêveberiya Xweser beşdarî prosesa siyasî ya çareseriya aloziya Sûriyê bibe. Van hemûyan dike da ku bandor li hundirê Tirkiyê nebe.”

Xelo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber çalakiyên grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven destpêkiribûn, hişt parêzerên Ocalan bi wî re hevdîtinê pêk bînin. Xelo diyar kir ku ne ew tenê sedema hevdîtinan e, heman demê de rewşên hundirîn ên Tirkiyê û dijberiya partiyên din ji siyaseta heyî re sedemek din e.

Xelo destnîşan kir ku hemleya hejmarek rewşenbîran û siyasetmedarên ku xelatên nobelê ya aştiyê wergirtine û rêxistinên navdewletî ji bo bidawîkirina tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirin, rabûne sedemek din a pêkanîna hevdîtinan e.

Her wiha Xelo diyar kir ku sedema sereke ya ku ji ber wê Erdogan hiştiye hevdîtin pêk were bandora hilbijartinên şaredariyan e.

Têkildarî nameya ku Ocalan bi rêya parêzerên xwe şandiye û nêrîna wî ya ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, Xelo got: “Ocalan xwedî nêrînek felsefî kûr û giştî ye. Ne tenê behsa deteyên dozan dike, heman demê de bi hev du ve girê dide û hewl dide jê re çareseriyan bibîne.”

Di dawiyê de Xelo ev tişt tekez kir: “Ocalan çareseriyek bingehîn dibîne. Çareseriya bingehîn jî bi nîşankirina civaka navdewletî helwesta xwe li hember hişmendiya Tirkiyê ya şovînîst e. Ku Tirkiye dixwaze çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya piştgiriya komên çekdar, asteng bike.”

Show More

Related Articles

Back to top button