Uncategorized

Roja duyemîn ji konferansa TEV-Çand dest pê kir

Xebatên roja duyemîn ji konferansa 6`emîn a TEV-Çand a Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê destpê kir.

Duh 6`emîn konferansa TEV-Çand a Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bi dirûşmeya “Çand, ziman û erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derkeve”, hate destpêkirin. Konferans li navenda Aram Tîkran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê bi beşdarbûna 200 delegeyên ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didome.

Di roja yekemîn ji konferansê de axaftin ji aliyê beşdaran ve hat kirin, belgefîlmek li ser tevgera Çand û Huner hat pêşkêşkirin, her wiha li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê rola çand û huner di şoreşê de hat guhdarkirin û rapor kar û xebtên du salan hatin xwendin û nîqaş der barê wan de hat kirin.

Îro jî roja duyemîn ji konferansê bi xwendina rêziknamyê dest pê kir.

Konferans didome.

Show More

Related Articles

Back to top button