Uncategorized

`Divê em li gorî nameya Rêber Ocalan tev bigerin`

Endama rêveberiya Kongreya Star a Efrînê Fatime Silêman destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya xwe de behsa rola jinê dike û dibêje “Qetilkirina jinan û di temenê biçûk de zewicandin sedemê deh şoreşan e”. Fadime got divê jin hemû li gorî nameya Ocalan tev bigerin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya xwe ya dawî de ku bi parêzer û malbata xwe re şandibû gelek nirxandina li ser rewşa jinan kiribû. Birêz Ocalan di nameya xwe de dibêje “Qetilkirina jinan û di temenê biçûk de zewicandina wan bi serê xwe sedemê deh şoreşan e”.

Derbarê mijarê de, endama rêveberiya Kongreya Star a kantona Efrînê Fatime Silêman destnîşan kir ku armaca nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn e.

Fatime diyar kir ku wek her carê, nameya Rêber Ocalan behsa jiyana hevbeş di nav hemû pêkhateyan dike û wiha got: “Rêber Ocalan bi felsefeya xwe dikare aloziyên li hemû herêmê  Rojhilata Navîn çareser bike. Li ser vê bingehê, divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin, da ku em bigihêjin civakeke azad.”

Fatime wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her carê ji bo azadiya jinan û azadiya wan ji hişmendiya mêrdestiyê, hişyariyê dide. Di nameya dawî de jî behsa rawestandina zewcandina tememên biçûk û kuştinan jinan kir.”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a Efrînê Fatime Silêman diyar kir ku divê jin li gorî perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixebitin, da ku bigihêjin civakekî azad, exlaqî ku jin mafê xwe bidest bixe û çalakiyên xwe ji bo rawestandina kuştina jinan û zewaca temenên biçûk, zêdetir bikin.

Show More

Related Articles

Back to top button