HilbijartîNûçe

Kampa holê kampek herî xeter di cîhanê de ye

Di dema şerê li dijî daişê li baxozê bi hezaran çeteyên daiş û malbatên wan xwe radestî QSD ê kirin û ew li kampa holê  hatin bicihkirin ku bûye mezintirîn û metirsîn kamp li ser cîhanê bi giştî kampa holê li başûrê rojhilatê hesekê bi 40 k.m dikeve hejmara wê zêdetirê 70 hezar kesî tê de îraqî , surî û malbatên daiş yê di dema dawî de ji baxozê xwe radestkirin lê bicih dibin piştî binketina daişê di aliyê cogarfî de malbatên daişî dixwazin ji nûve rêxistin û fikra îslama radîkal li hemû cîhanê belav bikin li kampa holê  beriya niha hejamara çeteyên daişê yên biyanî 11 hezar derbas kir bû lê piştî gelek dewletan him welatiyên xwe wergirtin niha hejmar 10 hezar û 500 daişî ne xeteriya daişê hişt ku gelek dewletan wergertina welatiyên xwe yê li kampa holê rawestîne hêjaye bi bîrxistinê di kampa holê  de bi destê daişê 24 rewşên kuştina jin û zilaman ji welatiyên îraq û suriyê û 11 kes bi birîndarî û şewitandina 506 kon li kampa holê çêbû ye her wiha kesên ku hewldidan ji zihniyeta daişê xwe xilas bike dawî li jiyana wan tê

Orkêş FM 27-2-2020

Show More

Related Articles

Back to top button
Close
Close