HilbijartîNûçe

Pîlan nameya 8 adarê hat diyar kirin

8 ê adara 1908 an 15 hezar jin bi meşekê girseyê li bajarê NEWYORK , daketin qadan .

Jinan di meşê de nerazîbûnên xwe li hemberî ne heqiya ku di navbera jin û zilam de ku li kargehekê li  NEWYORK ê de çêbibû her weha li beramberî zihniyata zilam perest li ber xwe dan

Di sala 1911 an de bi kungireyekê ku zêdetirî 100 jinî tê de amede bûn roja 8 ê adarê wek roja jinên kedkar yên cîhanê hat ragihandin

Bi armanca pêşwazîkirina 8 adarê kongira sitar ya herema cezîrê pîlan nameya 8 adarê diyar kir Bernameya çalakiyan wiha ye;

1‘ê Adarê, dê daxuyanî li kampên Waşûkanî, Til Semin û kampên li kantona Şehbayê werin dayîn,  her wiha dê Mîhrîcana Jinên Rewşenbîr li herêma Cizîrê were lidarxistin.

2 û 3‘yê Adarê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê civîn werin lidarxistin û belgefîlmekî kurt li ser jinan li Reqayê were pêşandan.

4‘ê Adarê dê serdana gundê (Jin war) were kirin, li vir dê bernameyek taybet bi jinan bi rêveberiya gund re were amadekirin. Her wiha li hemû herêman dê meşên meşeleyî werin lidarxistin.

5‘ê Adarê dê paneleke li ser rewşa jin a di aloziya Sûriyê de, li herêma Cizîrê were lidarxistin û serdana goristanên şehîdan werin kirin.

6‘ê Adarê Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê pêşangek kelepûrên pêkhateyên (Kurd, Ereb, Suryan) û pêkhateyên din vedike.

7‘ê Adarê dê serdana birîndarên şer, Asayîşa Jin, Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-Jin) û deverên dîrokî werin kirin.

8‘ê Adarê li ser asta kantonan şahî dê werin lidarxistin.

Orkêş FM 24-2-2020

Show More

Related Articles

Back to top button
Close
Close