HilbijartîNûçe

Koçberên Idlibê li herêmên QSD ê tên pêşwazîkirin

Fermandarê giştî yê hêzên QSD ê Mezlûm Ebdî di tiwîteke xwe de pêşwazîkirina koçberên Idlibê ku  ji ber topebaranên dijwar direvin di herêmên ewle yên di bin kontirola QSD ê de û bi cihkirina wan ragihand

Di encama şerê giran yê di navbera Rêjîma sûriyê û komên çete yên girêdayê dewleta tirk a dagirker de hetanî dîroka 6 sibata 2020 zêdetirî 220 malbatên Idlibî di deriyê Ewn El-dadat  yê başûrê  bajarê Minbicê re xwe li herêmên ewle yên bakur û rojhilatê sûriyê girtine

Hêjayê gotinê ruxmî ku herêmên bakur û rojhilatê sûriyê ji gef û êrîşên dewleta tirk ya dagirker hîn jî xelas nebû  ye lê di pêşwazîkirina koçberên Idlibê de bi israre

Girêdayê mijarê û di berfirehiya nûçeyên Orkêş FM yê di saet 12 an de , di riya telîfonê de mêvan ciwan siko endamê encûmena serokatiya meclisa sûriya demoqratîk MSD ê axivî

Ciwan got îro şerekî giran li derdora Idlibê çêdibe , em jî wke MSD ê pirojeya me ne tenê bakûr û rojhilatê feratê tenê ye , pirojeya me pirojeyekî sûrî ne navendî ye  , em xwe dibînin mecbûrê Idlib û hema û  hemû deverên sûriyê ne .

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir , îro di sûrî de cihê herî bi ewle , herêmên di bin sîwana Rêveberiya xweser de ne , ji bo ewlehiya koçberên  Idlibê deriyê me vekirî ne

Bi armanca  bi cih kirina koçberan , kampek  li başûrê minbic tê hazir kirin bi alîkariya Rêveberiya xweser

.Orkêş FM 8-2-2020

Show More

Related Articles

Back to top button
Close
Close