HilbijartîNûçe

Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Ocalan serokê mirovahiyê ye

Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê gotin dewleta Tirk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girt ji ber ku Ocalan aştiyê ji tevahiya gelên Rojhilata Navîn re dixwaze. Şêniyan tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar kirin.

Dewleta Tirk ji zêdetirî 4 salan ve tecrîdek girankirî li Ocalan ferz dike. Hevdîtinên malbat û parêzeran qedexe dike.

Beriya du rojan parêzeran Ocalan ragihandin ku piştî 4 salan hevîtin bi muweklê xwe re pêk anîne.

Şêniyên kantonên Şehba û Efrînê di derheqê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Xedîce Elo di destpêka axaftina xwe de tecrîd şermezar kir û got: “Tirkiye nahêle ku ti kes serdana Ocalan bike. Em tiştekî derbarê tenduristiya serokê xwe de nizanin. Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd, ji bo rizgariya gelan ji koletî û zulmê tê dikoşe. Ji ber wê dewleta Tirk tecrîdê li Ocalan ferz dike. Serokê me serokê mirovahî û aştiyê ye. Ji  zulmê hez nake. Ferzkirina tecrîdê isbat dike ku Tirkiyê ji aştiyê ditirse.”

Xedîce got: “Dewleta Tirk wateya aştiyê fam nake, ji ber ku dikuje, koçber dike û fîtneyan di navbera gelan û dewletên Rojhilata Navîn de belav dike. Lê em nahêlin ku dewleta Tirk siyaseta xwe ya faşîst bidomîne. Em ê bi fikrê Ocalan li dijî siyasetên wê bisekinin.”

Jina bi navê Asya Ebdo destnîşan kir ku divê rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe ya mirovî, exlaqî û hiqûqî rabin û wiha got: “Divê tecrîd bi dawî bibe. Her wiha Tirkiye ji ber binpêkirinên wê yên dermirovî muhesebe bikin. Serok Ocalan serokek ku 40 milyon mirovên ku fikr û felsefeya wî ji têkoşîna xwe re kirine bingeh e. Armanca projeya neteweya demokratîk a ku Ocalan pêşkêş kiriye yekÎtiya tevahiyA gelên Rojhilata Navîn e. Li hember zulm û koletiyê û Tirkiyê naxwaze ev pêk were.

Her wiha jina bi navê Fatme Hisên a ji pêkhateya Ereb tecrîd şermezar kir  û got : “Ocalan ji bo me serokek pîroz e. Tevî ku dîl hatiye girtin lê me fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kiriye bingeh.”

Show More

Related Articles

Back to top button
Close
Close