Nûçe

Şêniyên Şehbayê: Divê Rejîm bi xwe Tirkiyê ji Sûriyê derbixe

Şêniyên Kantona Şehbayê bêdengiya rêjîma Sûriyê li hember dagirkerî û gefên Tirkiyê şermezar kirin û gotin. “Divê rejîma Sûriyê ji danûstandina bi aliyên derve re dûr bikeve. Divê  rêjîma Sûriyê bi xwe Tirkiyê ji Sûriyê derxîne û bi awayekî cidî aloziyê çareser bike.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêm û gundên Sûriyê ji Cerablusê heya Efrînê dagir kirine. Li wan herêman hovantirîn binpêkirinan li ser şêniyên herêmê pêk tînin.

Tevî siyaseta asîmlasyon û guhertina demografîk, ev binpêkirin hemû li pêşiya çavên cîhanê û rêjîma Sûriyê pêk tê. Tu kes helwestekê li hember kirinên Tirkiyê yên ku yekbûna axa Sûriyê tehdît dike nîşan nade.

Têkildarî mijarê şêniyên kantona Şehbayê ji ajansa me re axivîn. Şêniya bi navê Eyşe Hisên got: “Ez dixwazim nameya min bigehe rejîma Sûriyê. Rejîm îdea dike ku ew ax û gelê Sûriyê diparêze. Lê ji destpêka aloziyê ve û heya niha parastina gel nekiriye. Mudexeleyên Rûsya û Îranê di karûbarên Sûriyê de aloziyê kurtir dikin û riyên çareseriyê qut dikin.”

Şêniyê bi navê Ehmed Hisên diyar kir ku Tirkiyê şert û mercên şerê heyî li Sûriyê bi kar anî û gelek herêm dagir kir. Hisên wiha got: “Tirkiyê bi hemû rê û rêbazan desteka komên çete kir. Dewleta Tirk îhanet û binpêkirinên kirêt li ser gelên herêmên ku dagirkirine dide meşandin. Pêwîste rêjîma Sûriyê helwestek cidî nîşanî hebûna Tirkiyê li Sûriyê nîşan bide.”

Jina bi navê Sîham Elo bi tundî zêdegavî û mudexeleya Tirkiyê di karûbarên gelê Sûriyê de şermezar kir. Sîham got: “Armanca dagirkeriya Tirkiyê talankirina milk û dîroka gelên herêmê ye. Bêdengî û paşguhkirina rêjîma Sûriyê ji gefên li dijî herêmên ewle, aloziyê kurtir dike.”

Jina bi navê Rehma Elo jî bang li rêjîma Sûriyê kir ku ji danûstandina bi aliyên derve dûr bikeve û got divê rêjîma Sûriyê bi xwe Tirkiyê ji Sûriyê derxîne û bi awayekî cidî aloziyê çareser bike.

Show More

Related Articles

Back to top button
Close
Close