NûçeVideo

‘Divê çeteyên DAIŞ’ê li cihê yekem lê şikestin werin darizandin’

Parêzerên Reqayê gotin ku pêwîste dadgehek ji bo darzandina DAIŞ`ê li Kobanê bê avakirin û li ser axa ku çeteyan bi hezaran şêniyên wê şehîd kirine, hesab ji çeteyan bê xwestin.

Di derbarê civîna yekemîn a Koordisyona Yekîtiya Parêzeran a li Kobanê hatî çêkirin de Parêzerên bajarê Reqayê ji ajansa me re axivîn û gotin: “Nabe dewletên navnetewî çeteyên biyanî li dewletên xwe vegerîne û li wir werin darzandin. Divê ji bo darizandina wan çeteyan dadgehek navdewletî li Kobanê bê avakirin û ev çete li Kobanê bên darizandin. Ji ber ku li ser axa Kobanê bi hezaran zarokên vê axê şehîd bûne.”

Parêzer û hevserokê Yekîtiya Parêzerên bajarê Reqayê  Xalid El-Hesen got,  kiryarên ku  çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî gel kirine, ne bûyerên biçûk in û wiha pê de çû: “Divê hesab li gorî kiryarên ku kirine ji wan were xwestin. Cihê ku cara yekem çeteyên DAIŞ’ê lê şikestin Kobanê bû. Ji bo wê jî divê ew çete li dadgehek ku li Kobanê were avakirin, bên darizandin.”

Xalid di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çeteyên biyanî yên ku ji dewletên cuda derbasî Sûriyê bûne, nabe ku li dewatê xwe bên darzandin. Ji ber ku gelên biyanî tu zirar ji wan çeteyan nedîtine. Yên ku li dijî wan çeteyan têkoşîn û berxwedan kirin, gelê Sûriyê bi hemû pêkahateyên xwe bûn. Ji bo vê divê ew çete bi zagonên navnetewî û bi daxwaza malbatên şehîdan li Kobanê werin darizanin.”

Parêzer û hevseroka Yekîtiya Parêzerên Reqayê Duha Fidêh diyar kir ku gelê Sûriyê gelek êş ji ber çeteyan DAIŞ`ê kişandin û wiha pê de çû: “Ji ber wê divê çete li gorî zagonên ku tên xwestin werin darizandin.”

Duha di dawiya axaftina xwe de got: “Divê dadgeha ji bo darizandina çeteyan bi awayekî lez bê avakirin. Divê li ser axa Sûriya ya ku bûyî şahidê gelek êşan hesab ji çeteyan bê xwestin.”

Show More

Related Articles

Back to top button
Close
Close