HilbijartîNûçe

Rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro, behsa hebûna Tirkiyê û Îranê li Sûriyê, aloziya di navbera Tirkiye û DYA’yê de têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şerê Lîbyayê, xwepêşandanên li Cezayîrê û hin mijarên din kir.

El-Ereb: Îran û Tirkiye derveyî lîstoka Sûriyê ne

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb behsa hebûna Tirkiye û Îranê li Sûriyê kir û got: “Li qada Sûriyê li ser asta navneteweyî guhartinên nû çêdibin. Li gorî texmînan, Enqere û Îran ên herî zêde ji van guhartinan bê par in. Bi taybet piştî bidawîbûna hilbijartinên şaredariyan, roja yekşema derbasbûyî li Tirkiyê û beriya hilbijartinên giştî yên Îsraîlê ku tê payîn di vê hefteyê de pêk bên, ev guhartin bi lez çêdibin.

Li gorî rojnameyê, ji hevpeymana Soçiyê ya ku di navbera serokê Tirkiyê Erdogan û serokê Rûsyayê Pûtîn de ku di meha Îlona derbasbûyî de ji bo avakirina herêmeke ewle li Idlibê pêk hat, diyar dibe ku Enqereyê dixwast bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam ku ji komên terorîst pêk tê û serkêşiya wê Cebhet El-Nusra dike, parêzgeha Idlibê bixe bin serweriya xwe.

Rojnameyê bi berdewamî got ji aliyekî ve Tirkiye dixwaze Idlibê bixe bin serweriya xwe û ji aliyekî din ve jî, beşekê ji bejahiyên Hema û Helebê û bi hinceta ku Kurd xetere li ser ewlehiya wê ya neteweyî çêdikin, tevahiya sînor heta Iraqê bixe bin serweriya xwe. Tirkiyê ku dixwest tawîzan bide DYA`yê, lê heta niha tu pêşketin bi dest nexistine, berovajî wê têkiliya Tirkiyê û DYA’yê ji ber ku DYA’yê rêkeftina S-400’an red dike, aloztir dibe.

Rojname dibêje ku israra Tirkiyê ya kontrolkirina Bakurê Sûriyê, li dijî helwestên Rûsyayê ya ku dixwaze hikumeta Sûriyê careke din hemû axa Sûriyê bixe bin serweriya xwe. Di vê demê de, Rûsya ji tevgerên Tirkiyê bê hêvî ye, Tirkiye jî dizane ku ger zextên mezin neyên kirin, Rûsya armacên wê pêk nayne. Lewre Tirkiye dibîne ku biryara herî guncaw ku bi DYA’yê re bikeve nava rêkeftinan.

Şerq El-Ewset: Washington der barê hişyariya xwe ya ji bo Enqereyê ya “destwerdaneke yekalî” li Rojhilatê Firatê bi israr e

Ji aliyekî din ve jî, rojnameya Şerq El-Ewset behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Washingtonê tekez kir ku ew bi daxuyaniya ku piştî hevdîtinên wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo bi hempîşeyê xwe Mevlut Çavuşoglu re roja çarşema derbasbûyî derket, bi israr e. Enqereyê jî vev gef red kirin.

Pompeo di daxuyaniya çapemeniyê ya roja înê li Washingtonê de tekez kir ku ew bi daxuyaniya fermî ya wezareta wî bi israr e.

Piştî hevdîtina Pompe û Çavuşoglu şeva çarşemê Wezareta Derve ya DYA’yê got: “Pompeo hişyarî da hempîşeyê xwe ger Tirkiye operasyoneke leşkerî ya yekalî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, wê bi xwe re encamên metirsîdar bîne.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Fermandarê giştî yê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter, duh daxwazên dewletên rojavayî û navneteweyî yên rawestandina operasyona leşkerî, paşguh kirin. Duh Hefter ji sekreterê giştî yê NY`yê Guterres re got: “Operasyona ber bi Trablûsê ve heta tunekirina terorê dewam dike. Piştre Guterres li ser hesabê xwe yê Twitterê got “Bi dilekî xemgin ez ji Lîbyayê derdikevim.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya El-Ereb got: “Di meşa heftemîn a gelê Cezayîrê de, diyar bû alternatîfa sîstema serok Ebdulezîz Boteflîqa bi saziya leşkerî hate redkirin.”

Tirkiye

Têkildarî encamên hilbijartinan li Tirkiyê, rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Namzetê muxalefetê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ragihand ku piştî jinûve hejmartina dengan heta niha ew li hemberî namzetê AKP`ê Binalî Yildirim li pêş e.”

Ji aliyekî din ve jî rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Tirkiye û DYA`yê wiha got: “Rayedarên Tirkiyê ragihand ku aloziyeke rasteqîn bi DYA`yê re heye, ev yek jî piştî rêkeftina moşekên Rûsyayê û helwesta der barê Kurdên li Sûriyê û gefên Enqere yên li dijî herêmên Rojhilatê Firatê de derket holê.”

Show More

Related Articles

Back to top button
Close
Close