HilbijartîNûçe

Meclisa Ewlehiyê bang li hêzên Hefter kir

Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî şevê din bang li hêzên Lîbyayê yên bi serkêşiya Xelîfe Hefter kir ku êrîşên li ser Terablûsê bisekinîne. Her wiha li navenda paytext şerên dijwar rû dan.

AFP`ê ragihand ku Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî bang li hêzên Xelîfe Hefter kir ku êrîşên li ser Terablusê bisekinîne. Lê hêzên Xelîfe Hefter ev yek red kir û ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re tekez kir ku ew ber bi pêkanîna armancên xwe ve diçe.

Di dawiya civîna girtî ya awarte ku Meclisa Ewlehiyê li ser daxwaza Brîtanyayê der barê Lîbyayê de li dar xist, sefîrê Almanyayê Christoph Hosgen ji rojnamevanan re wiha got: “Meclisê bang li hêzên Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê kir ku hemû tevgerên xwe yên leşkerî rawestînin.”

Hosgen wiha dewam kir: “Endamên Meclisa Ewlehiyê metirsiya xwe der barê çalakiyên leşkerî yên li nêzî Terablûsê de ku gefan li îstîqrara Lîbyayê dixwe, nîşan da.”

Ji aliyekî din ve jî AFP`ê ragihand ku şevê din şerekî giran di navbera komên çekdar ên hikumeta El-Wîfaq El-Wetenî û hêzên artêşa Lîbyayê de 50 km dûrî Terablûsê rû da.

Çavkaniyên ewlehiyê di hikumeta Wifaq El-Wetenî de destnîşan kir ku şer li herêmên Sûka El-Xemîs, Seih û Sûka El-Sebit ê li başûrê paytextê welat rû didin.

Show More

Related Articles

Back to top button
Close
Close