HilbijartîNûçeVideo

Bi boneya rojbûna Ocalan li Kobanê û Girê Spî 400 dar hatin çandin

Bi boneya nêzîkbûna 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulhah Ocalan 400 dar li kantona Kobanê û Girê Spî hatin çandin.

Bi boneya nêzîkbûna rojbûna Abdullah Ocalan a 70`yan, Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan li Parka Hevaltî ya li bajarê Girê Spî 200 dar çandin û li Kobanê jî Kongreya Star 200 dar li Parka Rêber Ocalan û gundê Elîpelûrê çandin.

Li Girê Spî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sozan Bircis axivî û wiha got: “Rêber Ocalan xêr ji her kesî re dixwaze, ji xwezayê hez dike, em jî rojbûna rêber Ocalan pîroz dikin û hêvî dikin ku îro di nav me de be.”

Li Kobanê jî di roja duyemîn de çandina daran didome. Kongreya Star îro 200 dar li Parka Rêber Ocalan a nêzî gundê Siftekê yê rojavayê bajarê Kobanê çandin, her wiha dar li gundê Elîpelûrê ku Ocalan dema derbasî Rojava bû, destpêkê hate wî gundî, çandin.

Meclisa Malbatên Şehîdan duh gelek dar li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê çandin.

(jo)

ANHA

Show More

Related Articles

Back to top button
Close
Close